“Paqij im, Bi Tendurist im, Dilê Min Rehet e”

Li Midyatê koliyên tiştên hijyenê li malbatên xwendekaran hatin belavkirin

“Paqij im, Bi Tendurist im, Dilê Min Rehet e”

Li Midyata Mardînê Navenda Civakî ya ÇATOM’ê ji bo vebûna dibıstanan bi navê “Paqij im, Bi Tendurist im, Dilê Min Rehet e” xebatek kir. Di çarçoveya xebatê de 200 koliyên ku tê de amûrên paqijiyê hebûn, li malbatên xwendekaran hatin belavkirin.

Êdî hin beşên dibistanê vebûn û gelek xwendekaran dest bi perwerdeya rûbirrû kir.

Ji bo xwendekar û malbatên wan bi vîrûsa koronayê nekevin gelek xebat, çalakî û proje tên birêvebirin.

Yek ji wan xebatan jî li Midyada Mêrdînê ji aliyê Navenda Civakî ya Pirarmancî ÇATOMê ve hate kirin.

Dirûşma xebatê jî “Paqij im, Bi Tendurist im, Dilê Min Rehet e” bû.

Di çarçoveya xebatê de bi amûrên wek sabûn, maske û deterjanê 200 kolî hatin amadekirin.

Dûv re yek bi yek li malbatên zarokan hatin belavkirin.

Dîsa pirtûkeke rênîşandanê jî li malbatên xwendekaran hat belavkirin.

Rayedarên ÇATOM’ê ji malbatan dixwazin ku li malê hay ji paqijiya xwe û zarokên xwe hebin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE