Par 171 hezar kesî Şûnwarê Dîrokî Nemrûd ziyaret kir

Midûrê Çand û Turîzmê yê Adıyamanê Ahmet Gunaydin diyar kir, piştî pêvajoya girtina ji ber şewbê, eleqeya ji bo wir, zêde bû.

Par 171 hezar kesî Şûnwarê Dîrokî Nemrûd ziyaret kir

Şûnwarê Dîrokî yî Çiyayê Nemrûdê yê ku di navbera şaristaniyên rojhilat û rojava da dimîne, merzelên abîdeyî û peykerên qerase va balê dikişîne û her wiha di Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye, bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne.

Par 171 hezar kesî Şûnwarê Dîrokî yî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kirin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Adıyamanê Ahmet Gunaydin diyar kir, piştî pêvajoya girtina ji ber şewbê, eleqeya ji bo wir, zêde bû.

Gunaydin bal kişand ku ew ji eleqeyê kêfxweş in û wiha dewam kir, "Îsal zêdeyî 170 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir. Ji sedî 90î van turîstên xwemalî ne. Par bi tesîra pandemiyê hejmara ziyaretvanên me daketibû 52 hezar kesî, lê îsal hema hema em gihîştin 3 qatên wê û me 171 hezar kes ezimandin.

Em ji bo saleke din jî dixwazin vê hejmarê derxin 300 hezarî. Turîstên tên vir, wê şansî bi dest dixin ku parêzgeha me û nirxên me ji nêz va nas bikin. Ji bo geşkirina turîzma bajêr çi ji destê me tê em dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE