"Par li Şanlıurfayê ji 30 hezar tonî zêdetir fistiqê hişkirî hat bidestxistin"

Li Şanliurfayê daweşandina fistiqê boz ê ku di çêkirina peqleweyan da tê xebitandin, dest pê kir

"Par li Şanlıurfayê ji 30 hezar tonî zêdetir fistiqê hişkirî hat bidestxistin"

Li Şanliurfayê daweşandina fistiqê boz ê ku di çêkirina peqleweyê da tê xebitandin, dest pê kir.

Li Şanliurfayê 20 milyon û 335 hezar darên fistiqê hene û xwediyên daran ji bo daweşandina fistiqan bi kelecan in.

Ji ber ku hewa germ e, karker şeveqa sibehê di binê daran da pîne û paçikan radixin dest bi daweşandin û berhevkirina fistiqan dikin û paşê ji goşiyên fistiqan fistiqên gihîştî, negihîştî û pûç ji hev safî dikin. Paşê jî fistiqên safîkirî li kaseyên traktoran bar dikin.

Fistiqê boz li gor fistiqa Entabê ya normal mehek pêş da tê daweşandin û rengê wê kesk e û rûnî ye. Ev fistiq di çêkirina peqlewe, çîkolata, şêraniyên hevîr û xurekan da tê xebitandin.

Muslum Durmazê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Fistiqçiyên Şanliurfayê ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, ew li bendê ne ku ji ber hişkahiyê rekolteya fistiqan ji sedî 50 kêm bibe.

Durmaz daxuyand ku ew li bendê ne bihayê fistiqan îsal zêde bibe û wiha dewam kir:

"Par baran barî û sala xêr û bereketê bû. Par li Şanliurfayê ji 30 hezar tonî zêdetir fistiqê hişkirî hat bidestxistin. Îsal ev reqam wê kêm bibe. Cotkarên me dest bi daweşandina fistiqê boz kir. Bihayê fistiqê boz vê gavê dora 25 lireyî ye. Li gor me biha wê zêde bibe. Bihayê fistiqa qelandî ji 70 lireyî zêdetir e. Bihayê fistiqên ku ji par mane jî dora 50 lireyî ye."

Serokê Odeya Ziraetê ya Şanliurfayê Ahmet Eyyupoglu jî diyar kir ku ji sedî 42yê fistiqên Tirkiyeyê ji Şanliurfayê tê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE