Par li Turkiyeyê 344 pirtûkên Kurdî hatin weşandin

Jimara materyalên ku par li tevahiya welêt hatin weşandin li gor pêrar ji sedî 2,1 zêde bû û derket 68 hezar û 544an

Par li Turkiyeyê 344 pirtûkên Kurdî hatin weşandin

Li tevahiya Turkiyeyê par 61 hezar û 512 pirtûk hatin çapkirin û jê 344 pirtûk bi Kurdî ne.

Saziya Îstatîstîkê ya Turkiyeyê îstatîstîkên nimreya pirtûkên standart ên navneteweyî (ISBN) yên par eşkere kirin.

Li gor vê jimara materyalên ku di 2019an da hatin weşandin, li gor 2018an ji sedî 2,1 zêde bû û derket 68 hezar û 544an, jimara pirtûkên ku hatin çapkirin jî 61 hezar û 512 pêk hat.

Weşangeran par ji bo 61 hezar û 512 pirtûk, 415 pirtûkên elektronîk (DVD, VCD, CD), 6 hezar û 72 pirtûkên ser webê, 186 pirtûkên hatine xwendin (kaset, CD, DVD) û 369 materyalên din ISBN standin.

Mijarên materyalên ku di 2019an da hatine çapkirin ji sedî 28,3 perwerde, ji sedî 18,2 edebiyata honandî ya mezinan, ji sedî 16,7 akademîk, ji sedî 16,3 çanda mezinan, ji sedî 15,1 zarok û ciwanî, ji sedî 5,4 jê jî baweriyê pêk tê.

Materyalên ku hatine weşandin zimanên wan ji sedî 90 Tirkî, ji sedî 6,6 Îngilizî, ji sedî 0,5 Kurdî û ji sedî 2,9 jî zimanên din in.

Jimara bandrolên pirtûkan ên ku hatine firotin jî salane ji sedî 3,2 zêde bû û derket 423 milyon û 602 hezar û 828 heban.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE