Parastina ji şewba koronayê

Pispor balê dikişînin ser girîngiya tevdîran

Parastina ji şewba koronayê

Şewba koronayê çiqas diçe berbelav dibe û ev yek jî ditirsîne. Gelo welatî divê li dijî vê şewbê kîjan tevdîran bigirin û xwe çawa biparêzin? Derbarê vê şewbê de hişyariyên pisporan hene. Dibêjin tevdîra herî girîng paqijiye.

Talûkeya şewba koronayê ya ku bi hezaran kes ji berê dimrin û nexweş dikevin çiqas diçe belav dibe.

Hemû pispor balê dikişînin ser tevdîrên parastinê û dibêjin hay ji xwe û derdora xwe hebin.

Bijîşkê Nexweşiyên Sîngê Abdurrehaman Şenyîgît welatiyan hişyar dike û dibêje tevdîra herî girîng paqijî ye.

Bijîşk Şenyîgît dibêje “ji bo ku vîrûs ji insanan digihêje insanan zû belav dibe û bila welatî dernekevin derve.

Li gorî hişyariya bijîşk Şenyigit “kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene divê zêdetir hay ji xwe hebin.”

Pisporê nexweşiyên singê Şenyîgît dibêje divê welatî tevdîrên hewce ji bîr nekin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE