Parastvanê Sedam Huseyn mirî hat dîtin

Parastvanê Sedam Huseynê serokê berê yê Iraqê yê ku piştî dardakirina wî li Şanliurfayê bi cî bibû, li malê mirî hat dîtin

Parastvanê Sedam Huseyn mirî hat dîtin

Parastvanê Sedam Huseynê serokê jitextdaxistî yê Iraqê yê ku piştî dardakirina wî li Şanliurfayê bi cî bibû, li malê mirî hat dîtin.

Ednan Jerrî Shmaîlê (68) ji parastvanên Sedam Huseyên serokê jitextdaxisî yê Iraqê li Veysel Karaniya taxa Xelîliyeya navçeya navend jiyana xwe didomand. Eqrebeyên Shmaîl cinazeyê wî li malê dîtin.

Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê ên hatin herêmê tesbît kirin ku Shmaîl miriye.

Ji bo tesbîtkirina sedema mirina wî, cinazeyê Shmaîl rakirin Saziya Tipa Edlî.

Hat ragihandin ku piştî dardakirina Sedam Huseynê serokê berê yê Iraqê, Shmaîl bi malbata xwe ra li Tirkiyeyê bi cî bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE