Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê bi xweşikahiya xwe ya siruştî metel dihêle

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li Ovacixa navçeya Tunceliyê, bi cureyên xwe yên biyolojîk va merivan metel dihêle. 

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê li Tirkiyeyê di nav parkên neteweyî yên herî mezin da ye û li navçeya Ovacixê ye. Park bi floraya xwe ya dewlemend û jiyana kovî va balê dikşîne.

Geliyê Munzurê zivistanê spî, havînê jî kesk dibe û merivan metel dihêle. Gelî bi siruşt, çem û cureyên xwe yên endemîk va pêgeha kesên hezjêkerên siruştê yên bajar û navçeyên derdorê ye.

Parka neteweyî her demsal xweş dibe û vê gavê minminîk, xalxalok, kêzika fistoqe, kêzika reş û kêzikên din siruşt xemilandine.

Li parka neteweyî bi taybetî di navbera mehên gulan û îlonê da ev kêzik û cureyên wan tên dîtin û siruştê rengîn dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE