Parlamenterê AK Partiyê yê berê Burhan Kuzu wefat kir

Serokê berê yê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclisê û Parlamenterê AK Partiyê yê heyama 22, 23 û 24em Prof. Dr. Burhan Kuzu li nexweşxaneya ku lê tedawiya Kovîd-19ê dibû, di 65 saliya xwe da mir.

Parlamenterê AK Partiyê yê berê Burhan Kuzu wefat kir

Serokê berê yê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclisê û Parlamenterê AK Partiyê yê heyama 22, 23 û 24em Prof. Dr. Burhan Kuzu li nexweşxaneya ku lê tedawiya Kovîd-19ê dibû, di 65 saliya xwe da mir.

Li gor daxuyaniya ku ji Serhekîmiya Nexweşxaneyê ya Zanîngeha Medîpol Megayê hat dayîn, Burhan Kuzu demek e di beşa nexweşê giran dabû û tedawiya Kovîd-19ê didît, lê destê sibê mir. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Xwedê rehma xwe lê bike, serê malbat û hezjêkerên wî sax be."

Burhan Kuzu di sala 1955an da li Develiya Kayseriyê hatibû dinyayê. Di Zanîngeha Stenbolê da Fakulteya Hiqûqê xwend. Di qada akademiyê da xebitî û bû profesor. Weke qaymeqamê stajyer xebitî. Di Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê da Endamtiya Hîndekariyê ya Şaxa Makezanistê ya Hiqûqa Qanûna Bingehîn û Serokatiya wê kir.

Di çarçoveya lêkolînên akademîk da Kuzu di Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Paris Sorbonneyê da xebitî û di qada pîşeyê xwe da gelek pirtûk û gotar nivîsîn. Burhan Kuzu di hin saziyên civaka sivîl da endamtî û rêvebirî kir û di 2001ê da weke endamê damezrîner ê Partiya Edalet û Pêşketinê dest bi siyasetê kir. Kuzu Serokatiya ewil a Lijneya Demokrasî û Hakemtiyê ya partiyê kir, di heyamên 22, 23 û 24em da weke Parlamenterê Stenbolê hat hilbijartin û di van heyaman da Serokatiya Komîsyonê ya Qanûna Bingehîn kir.

Burhan Kuzu wezîfeya Serşêwirmendiya Fexrî ya Serokomar jî kir û endamê MKYKyê yê AK Partiyê bû.

Kuzu Frensî baş dizanibû û bavê 2 zarokan bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE