Parlamenterê HDPyî Omer Faruk Gergerliogluyê li Meclisê çalakî dikir, hat binçavkirin.
Piştî ku mehkemeyê der barê Gergerlîoglu da ceza da parlamenteriya wî di 17ê adarê roja çarşemê di Lijneya Giştî ya Meclisê da bi îlankirina tezkereya Serokomariyê va hat betalkirin.
Gergerlîoglu û parlamenterên din ên HDPyî piştî vê di Lijneya Giştî da qasî sê saet û nîvan çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Piştî vê ew ji salonê veqetiyabûn û ji bo protesyoya vê biryarê çûbûn odeya partiyê ya li Meclisê.
Gergerlîogluyê 4 roj e ji odeya HDPyê ya li Meclisê dernakeve hat binçavkirin.
AA