Parlamentera HDPyî heqaret li dayikên Diyarbekirê kir

Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê Remziye Tosunê dema ku ji serokatiya bajêr a partiya xwe derdiket, heqaret li dayikên Diyarbekirê yên ku nobeta ewladan digirin, kir.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 413em.

Tosun bi komek endamên partiyê ra hat Serokatiya Bajêr a HDPyê û dema ku ji partiyê derket heqaret li malbatên ku seba ewladên xwe nobetê digirin, kir. Li ser vê di navbera Tosuna HDPyî û malbatan da rageşî derket.

Polêsan nehişt ku rageşî zêdetir bibe.

Malbatên ku nobeta ewladan digirin jî bertekên xwe bi durişmeyên "Qehir be HDP" û "Qehir be PKK" va ji Remziye Tosunê ra gotin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE