Parlamentera Îranî ji ber vîrusa koronayê mir

Li gor nûçeya Tesnîma ajansa nîvfermî ya Îranê Fatma Rehbera (56) Parlamentera Tehranê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir.

Parlamentera Îranî ji ber vîrusa koronayê mir

Li Îranê Fatma Rehbera Parlamentera Tehranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir. 

Li gor nûçeya Tesnîma ajansa nîvfermî ya Îranê Fatma Rehbera (56) Parlamentera Tehranê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir.

Fatma Rehber di Hilbijartina Meclisê ya Heyama 11emîn da ku di 21ê Sibatê da hatibû kirin ji Partiya Koalîsyona Îslamî (Hizbî Mu'telifeyî Îslamî) ya mihafezekar hatibû hilbijartin.

Li Îranê Kovîd-19 di serî da paytext Tehran belav dibe û tevî kesên navdar heta niha 124 kes mirine. 

Vîrusa ku piştî Çînê herî zêde li Îranê bû sedema mirinê cara ewil 19ê Sibatê li bajarê Qumê hat tesbîtkirin. Li tevahiya Îranê hejmara kesên bi vîrusê ketine 4 hezar û 747 e û li gor agahiyan 913 kes jî piştî dermankirinê sax bûne.

Li Îranê hatibû ragihandin ku 24 parlamenter bi vîrusa koronayê ketine.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE