Parlamenteriya Gergerliogluyê HDPyî betal bû

Li Lijneya Giştî ya Meclisê tezkereya Serokomariyê ya li ser cezayê ku ji hêla dadgehê ji bo Gergerliogluyê HDPyî hat dayîn hat xwendin û bo agahiyê hat pêşkêşkirin. Di çarçoveya Destûrê da piştî tezkereya ku li Lijneya Giştî hat xwendin, parlamenteriya Gergerlioglu betal bû. Hejmara parlamenterên HDPyê bi vî awayî ji 56an daket 55an.

Parlamenteriya Gergerliogluyê HDPyî betal bû

Parlamenteriya Parlamenterê Kocaeliyê yê HDPyê Omer Faruk Gergerlioglu betal bû.

Li Lijneya Giştî ya Meclisê tezkereya Serokomariyê ya li ser cezayê ku ji hêla dadgehê ji bo Gergerliogluyê HDPyî hat dayîn hat xwendin û bo agahiyê hat pêşkêşkirin. Di çarçoveya Destûrê da piştî tezkereya ku li Lijneya Giştî hat xwendin, parlamenteriya Gergerlioglu betal bû. Hejmara parlamenterên HDPyê bi vî awayî ji 56an daket 55an.

Gergerliogluyê HDPyî ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" 2 sal û 6 meh cezayê hebsê xwaribû. Cezayê Gergerlioglu ji hêla Daîreya 16emîn a Dadgeha Bilind hatibû pesendkirin. 

Piştî betalbûna parlamenteriya Gergerlioglu, parlamenterên HDPyî durişm berz kirin, destên xwe li maseyan xistin û xwendina tezkereyê protesto kirin.

Gergerlioglu wiha got, "Biryareke dijî Destûrê ye. Ez Lijneya Giştî ya Meclisê naterikînim. Ez naçim tu ciyî. Ez xwe dispêrim îradeya gelê me."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE