Parlamenterên HDPyî "greva birçîbûnê" bi dawî kirin

4 parlamenterên ku di navê da Parlamentera HDPyê ya Hekariyê Leyla Guven jî heye, dawî li çalakiya "greva birçîbûnê" anîn

Parlamenterên HDPyî "greva birçîbûnê" bi dawî kirin

Hat ragihandin, 4 parlamenterên ku di navê da Parlamentera HDPyê ya Hekariyê Leyla Guven jî heye, dawî li çalakiya "greva birçîbûnê" anîn.

Piştî civîna çapemeniyê ya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li ser hevdîtina 22yê gulanê ya li Girava Îmraliyê ya digel serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan ku tê da banga Ocalan a "dawiyê li greva birçîbûnê û rojiya mirinê bînin" hat xwendin, parlamenterên HDPyî Tayip Temel, Murat Sarisaç û Dersim Dag yên di "greva birçîbûnê" da li Serokatiya Parêzgeha Diyarbekirê ya HDPyê ligel jinên ku zarokên wan di hebsê da ne, daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamenter Temel daxuyaniya Leyla Guvenê ku tê da tê destnîşankirin, wê dawî li çalakiyê aniye, xwend.

Temel diyar kir ku wî jî digel parlamenter Sarisaç û Dagê dawî li "greva birçîbûnê" anî û herwiha got ku ew li bendê ne, yên ku di greva birçîbûnê da ne, hemû dawiyê li çalakiya xwe bînin.

- Leyla Guven ji bo kontrolê birin nexweşxaneyê

Di vê navberê da parlamenter Guven bi destê ekîba 112 Servîsa Bilez ji bo kontrolê ji mala wê bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 10:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE