Parlamenterên HDPyî li Amerîkaya Latîn Tirkiyeyê reş dikin

Parlamentera Mêrdînê ya HDPyê Ebrû Gunay di ziyareta xwe ya welatên Amerîkaya Latîn da îdia kir ku li Tirkiyeyê îhtimala êşkencekirin û kuştina kêmneteweyan heye

Parlamenterên HDPyî li Amerîkaya Latîn Tirkiyeyê reş dikin

Parlamentera Mêrdînê ya HDPyê Ebrû Gunay di ziyareta xwe ya welatên Amerîkaya Latîn da îdia kir ku li Tirkiyeyê îhtimala êşkencekirin û kuştina kêmneteweyan heye.

Di çarçoveya ziyareta xwe ya Amerîkaya Latîn da Parlamentera Mêrdînê ya HDPyê Ebrû Gunay û Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPyê Garo Paylan hatin Arjantînê û daxuyanî dan çapemeniya herêmî.

Gunayê daxuyanî da rojnameya Clarinê û wiha got, "Her kesên ku kêmnetewe ne û dijî Erdogan in, îhtimal e ku di dawiyê da têkevin hebsê, êşkenceyê bibînin û werin kuştin. Qet ne girîng e ku çend salî ye yan jî ji kîjan neteweyê ye."

Gunayê YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê parast û wiha got, "Serkeftinên ku me Kurdan li bakurê Sûriyeyê bi dest xistin, ji bo Tirkiyeyê tu talûke û tehdîtan nahewînin. Erdogan ji bo ku zextê bide ser me ji vê mifayê distîne, lê ev tenê perçeyekî fobiya wî ya Kurdan e. Vêga jî dixwaze ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî şûna xwe ya herêmê xurt bike."

Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPyê Garo Paylan jî îdia kir ku li Tirkiyeyê her çend mixalefet dijî Serokomar Erdogan be jî ev nayê wê meneyê ku ev tiştekî demokratîk e.

Paylan der heqê bûyerên 1915an da li ser îdiayên Ermeniyan sekinî û wiha dewam kir, "110 sal berê li Tirkiyeyê siltanekî ku her cure sûc dikirin hebû. Ermenî bawer dikin ku heke mixalefet bibe îqtidar hin tişt wê biguherin. Lêbelê berê dema ku mixalefet bû îqtidar ji siltan zalimtir tevgeriyan û komkujiya Ermeniyan kirin. Ez bi vî hawî hişyariyê didim hevalên xwe yên Kurd. Meriv ji Erdogan xelas be jî nayê wê meneyê ku li Tirkiyeyê rejimeke demokratîk çêbe."

Paylan ji bo dijayetiya Tirkiyeyê piştgiriya hêzên dereke xwest û wiha dewam kir, "Heke Tirkiye ji sûcên ku kirine bê ceza bimîne, dibe bibe mînak ku welatên dinyayê yên din jî heman sûcî bikin. Ji ber vê yekê ji bo ku em vê rejima zextkar bidin sekinandin em li benda piştgiriya navneteweyî ne."

Parlamenterên HDPyî berî niha jî li Arjantînê roportajek dabûn û îdia kiribûn ku "rîska komkujiya" Kurdan heye. Paylan gotibû şertên dewra ku qaşo komkujiya Ermeniyan hat kirin, îro li Tirkiyeyê heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE