Parlementerê HDPyê yê Mardinê Tuma Çelîk ji partiya xwe îstifa kir

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mardinê Tuma Çelik ji partiya xwe îstifa kir.

Parlementerê HDPyê yê Mardinê Tuma Çelîk ji partiya xwe îstifa kir

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mardinê Tuma Çelîk ji partiya xwe îstifa kir.

HDPê di daxuyaniya weşand da ragihand ku nameya îstifaya Çelîk gihîşt partiyê.

Çelîk di nameya xwe ya îstifayê da îdia kir ku kar û xebatên wî yên di bin banê meclisê û nav gel da dibir serî hin kes aciz kirin û ew ji ber vê jî rastî îftira, sûcdarkirin û gefan tê.

Di berdewamiya nameya xwe da Çelîk destnîşan kir ku jinek îftira lê kir û di vê çarçoveyê da jî dest bi şantajê kir û partiyê jî ji bo zelalkirina meseleyê bi dehan carî bi wî û jinikê ra hevdîtin kir.

Çelîk ragihand ku piştî mesele çû dozgeriyê fezlekeya hatibû amadekirin gihîşt meclisê û di komîsyona eleqedar da li serê sekinîn û wiha pê da çû: "Piştî ev geşedan derketin meydanê berî mesele bibe kumpaseke siyasî min xwest ku raya giştî agahdar bikim. Ji ber vê jî him ji bo partiya min zirarê nebîne û him jî bila bedkarî çênebe min biryar da ku ji HDPyê îstifa bikim."

Bi îstifaya Çelîk di meclisê da 57 parlementerên HDPyê man.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE