Parlementoya Brîtanyayê peymana Brexitê red kir

Peyman di dengdayiyan yekem a 15ê çileyê de jî bi piraniya dengan hatibû red kirin.

Parlementoya Brîtanyayê peymana Brexitê red kir

Parlementoya Brîtanyayê şêwazê revîzekirî yê peymana Brexitê ku digel hikûmeta Yekîtiya Ewropayê (YE) gihiştibûyê jî red kir.

Dengdayina ku di Kamaraya Avamê ya baskê binî ya parlementoyê de hat kirin Peymana Brexitê li hember 242 dengan bi 391 dengî ne hat qebûlkirin.

Peyman di dengdayiyan yekem a 15ê çileyê de jî bi piraniya dengan hatibû red kirin.

Serokwezîr Theresa Mayê bi sedema "benda tedbîrê" ya derbarê sînorê Irlandaya Bakur ya di nav de, di guherandina deqa peymanê de serkeftî nebû û zêde bertek sitend. Lê belê li ser belgeyek hevpar ku ji bo mercên bikaranîna bendê "eşkereyî dianî" digl YEyê li hev kiribû.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE