Partiya Dîsa Refah û HÜDA-PAR hatin ba hev 

Di civîna taybet de serokên her du partiyan li ser rewşa dawî ya welêt axivîn 

Partiya Dîsa Refah û HÜDA-PAR hatin ba hev 

Serokê Giştî yê Partiya Dîsa Refahê  Fatîh Erbakan çû serdana navenda giştî ya HÛDA-PAR’ê. piştî hevdîtinê, serokên her du partiyan daxuyanî dan. hat gotin; di civîna taybet de her du serok li ser rewşa dawî ya welêt axivîne.  

Ber bi hilbijartina 2023an ve hevdîtinên di navbera partiyên siyasî de zêde bûn. 

Ji bo hevdîtina rûberû Serokê Giştî yê Partiya Dîsa Refahê Fatih Erbakan ligel şandeyekê çû serdana Navenda Giştî ya HUDA-PARê. 

Piştî civîna taybet, serokên her du partiyan daxuyanî dan. 

Serokê Giştî yê Partiya Dîsa Refahê Fati̇h Erbakan: "Em li ser meseleyên Tirkiyê axivîn. Bi taybetî jî em li ser pirsgirêkên gelên xwe û çareseriyên wan şêwirîn. Di  civînê de me ji HÛDA-PARê derbarê pirsgirêkên welatiyên xwe yên li herêmê de jî agahî girtin." 

Her du serok bi taybetî jî li ser rewşa herêmê axivîn. 

Di civînê de yek ji mijarên sereke jî qanûna nû ya hilbijartinê bû.   

Li gorî qanûnên Tirkiyê, Partiya Dîsa Refahê û HUDA-PAR jî di nav de, 27 partiyên siyasî dikarin tevlî hilbijartina 2023an bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE