"Partiya duyemîn ya aşiya me îhtimaleke mezin heta dawiya vê hefteyê dê were"

Serokomar Erdogan der barê aşiya Kovîd-19ê da got bibe nesîb partiya duyemîn ya aşiya me ku Çînê pesend kir îhtimaleke mezin heta dawiya vê hefteyê dê were.

"Partiya duyemîn ya aşiya me îhtimaleke mezin heta dawiya vê hefteyê dê were"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bibe nesîb partiya duyemîn ya aşiya me ku Çînê pesend kir îhtimaleke mezin heta dawiya vê hefteyê dê were."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Kerem Aydinlar kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan der barê aşiya Kovîd-19ê da got bibe nesîb partiya duyemîn ya aşiya me ku Çînê pesend kir îhtimaleke mezin heta dawiya vê hefteyê dê were.

Li ser pirsa der barê vebûna restorantan da Serokomar Erdogan diyar kir wê di civîna kabîneyê da cardin binirxînin.

Erdogan der barê îdiayên hilbijartina berwext da got ku em mîna partiyên siyasî yên di mixalefetê da ecele nakin, rewşa niha Hezîrana 2023yan nîşan dide.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku beriya Hezîrana 2023yan hilbijartina berwext di rojevê da tuneye.

Li ser pirsa der barê ji derdora Şengalê derxistina terorîstan da Erdogan got ku gotineke min a her gav dibêjim heye, dibe ku em şevekê ji nişkêva werin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE