Partiya Vatanê serî li Serdozgeriyê da ku HDP bê girtin

Partiya Vatanê bi îdiaya "Partî bûye cihê çalakiyên dijî serxwebûna dewletê, yekîtiya welêt û gel ya ku nayê perçekirin" serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind "da ku HDP bê girtin.

Partiya Vatanê serî li Serdozgeriyê da ku HDP bê girtin

Partiya Vatanê bi îdiaya "Partî bûye cihê çalakiyên dijî serxwebûna dewletê, yekîtiya welêt û gel ya ku nayê perçekirin" serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind "da ku Partiya Demokratîk a Gel (HDP) bê girtin.

Nusret Senemê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê got wî li ser navê partiya xwe daxwaza girtina HDPyê daye Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind.

Senem got berê jî wan du caran serî li Serdozgeriyê daye ku partî bê girtin û wiha axivî: "Vê partiyê di sala 2016an da danezana xweserbûnê weşandibû. Di kongreyên wan da dirûşmeyên pesnê Abdullah Ocalan didin, dibêjin ewê Kurdistanê ava bikin û cudakariyê dixwazin hatibûn berzkirin. Ji ber vê me di meha sibatê da jî serî lê dabû."

Senem bi bîr xist ku di meha mijdarê da HDPyê li kongreya ciwaniyê ya li Diyarbekirê da jî tiştên bi vî rengî gotibûn û anî ziman li gor madeya 68emîn a Qanûna Bingehîn divê ew bê girtin.

Senem der barê hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê da bên kirin da jî axivî û got di vê hilbijartinê da divê rê li ber vê partiyê bê girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE