Parêzer Müzeyyen Boylu hat bibîranîn

Teşkîlata Ak Partiyê qerenfîl danîn cihê bûyerê û tundiya li ser jinan şermezar kir

Parêzer Müzeyyen Boylu hat bibîranîn

Di 19ê Gulanê de Parêzer Müzeyyen Boylu ji aliyê mêrê xwe li nava kuçeyê bi 14 guleyan hatibû qetilkirin. Bûyer lı ber çavên her du zarokên wan qewimî bû. Ev bûyer ji aliyê gelek saziyên sivîl tê şermezarkirin. Teşkîlata Ak Partiyê ya Diyarbekirê jî ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe li cihê bûyerê daxuyaniya çapemenîyê da û bûyer şermezar kir.

Müzeyyen Boyluyê parêzerî dikir û navbera wê û hevjînê wê yê bijîşk Mesut Issı ne baş bû. Wê hevdu berdana lêbelê 2 zarokan ji aliyê mêrê xwe ve bi 14 guleyan hat kuştin.

Ev bûyera xemgîn a ku di 19ê Gulanê de li ber çavê her du zarokên wê qewimîbû ji aliyê gelek saziyan tê şermezarkirin.

Teşkîlata Ak Partîyê jî bi Şaxa Jinan hat cihê bûyerê daxuyaniya çapemeniyê da bûyer şermezar kir.

Welatîyan jî bûyer şermezar kir û xwestin ev kuştin û tundiya li ser jinan êdî bi dawî bibe.

Piştî daxuyaniyê qerenfîl danîn cihê kuştina Boyluyê, fatîha xwendin û girse belav bû.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE