Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ziyaret kir.
Patrîk Maşalyanê ku ji bo ziyareta Dêra Surp Giragos a li navçeya Sûrê çû Diyarbekirê, li vir digel heyeta bi xwe ra derbasî Walîtiyê bû.
Maşalyan pêşiyê Deftera Rûmetê îmze kir û dû ra digel Walî Karaloglu li meqama wî hevdîtin kir.
Karaloglu jî kêfxweşiya xwe ya ji ber ezimandina Maşalyan û heyeta pê ra anî ziman.
Maşalyan jî her wisa ji ber xebatên restorasyonê yên li sûrên qedîm û dêrên dîrokî yên li Diyarbekirê, spasiya Karaloglu kir.
Di vê navberê da hevdîtin bêyî amadebûna çapemeniyê pêk hat.
AA