"Pêdivê em ji vê zêdebûnê re bibin rêgir"

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2311 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 81 kes mirin

"Pêdivê em ji vê zêdebûnê re bibin rêgir"

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 311 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 81 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 146 hezar û 28 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 14 milyon û 700 hezar û 951ê.

Di 24 saetên dawînde 146 hezar û 28 test hatin kirin, 2311 pêketî hatin tesbîtkirin, 81 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 2564, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 1714 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 332 hezar û 379an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 51,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 32,9 e.

"Pêdivê em ji vê zêdebûnê re bibin rêgir"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 2311 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên me yên giran li gorî duh 100 zêdetir bû. Pêdivê em ji vê zêdebûnê re bibin rêgir. Heta ne mecbûrî be digel rîska nexweşketinê, ji temasê û tevgerê dûr bikevin. Giringiyê bidin hîjyenê. Maske bidin ber devê xwe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE