Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 50 penaberên ekîbên ewlekariya peravê yên Yewnanistanê berê wan da ava Tirkiyeyê hatin xilaskirin.
Koma hewl dida here Midîliya girava Yewnanistanê ji Ayvacikê derket rê.
Ekîbên ewlekariya peravê ya Yewnanistanê bi 50 kesên bi bota lastîk ber bi giravê diçûn hisiyan û bi zorê berê wan dan ava Tirkiyeyê.
Li ser hawara penaberan ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê çûn herêm û li tanga gundê Behramkaleyê 50 penaber derxistin qeraxê.
Ekîban penaber anîn Qereqola Ewlekariya Peravê ya li bajaroka Kuçukkuyuyê, kinc û xurek li penaberên di nav wan da jin û zarok jî hebûn belav kirin.
AA