Penaberên li ser sînorê Avrupayê 17 roj in hêvî dikin ji sînor derbas bibin

Penaberên li ser sînorê Avrupayê bendê ne ku ji sînor derbas bibin, ev 17 ro jin li Edirneyê têdikoşin.

Penaberên li ser sînorê Avrupayê 17 roj in hêvî dikin ji sînor derbas bibin

Penaberên li ser sînorê Avrupayê bendê ne ku ji sînor derbas bibin, ev 17 ro jin li Edirneyê têdikoşin.

Jê hinek ji bejahiyê, hinek jî ji çem hewl didin ku ji sînor derbas bibin.

Hin penaber jî bi hêvî li ber deriyên sînor ê Pazarkule - Kastanîesê û li herêma tampon a di navbera deriyên sînor da bendê ne ku deriyên sînor ji wan ra bê vekirin.

Qasî 10 hezar penaberan li van deran kon vegirtine, lê dema dibe şev û serma çêdibe zehmetiyê dikşînin.

- Li ber sir û sermayê wê li ber xwe bidin

Eskerên Yunanistanê bi avê, bombeyên deng û xaza rondikrêjê va midaxaleya penaberan dikin. Ji îro pê va hewa sar dibe, penaber dijî van tiştan wê li hemberî sir û sermayê jî li ber xwe bidin.

Germahiya hewayê kêm bû û baranê jî wê bibarê. Herî zêde penaberên zarokên wan hene wê zehmetiyê bikşînin. 

Eskerên Yunan hin caran guleyan davêjin penaberan, hin caran jî bi avê, bombeyên deng û xaza rondikrêjê va midaxaleya penaberan dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE