Li Perestgeha Zeus a li Bajarê Qedîm Euromosê ya li Mîlasa navçeya Muglayê ye xebatên nûkirin û paqijiyê dewam dikin.
Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Mugla Sitki Koçtaşê û Serokê Heyeta Kolandina Bajarê Qedîm Euromosê Doç. Dr. Abuzer Kizil ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xebatên kolandinê di sala 2011an da dest pê kir û armanca wan ew e ku ew bermayiyên dîrokî derxin li ser rûyê erdê.
Kizil got di salên dawîn da li perestgehê di şano, hemam û bircan da xebatên paqijî, jeofîzîk, nexşerê û kolandinê tên kirin û ewê bermayiên Perestgeha Zeus derxin ronahiyê.
"Perestgeha Zeus wê bigîhîje qîmeta ku heq dike"
Kizil anî ziman xebatên paqijî, kolandin, belgekirin û nûkirinê hatine kirin û wiha dewam kir: "Me ji bo pere serî lê da, dema bê şandin emê dest bi xebatê bikin. Li vir stûn û kevirên avahîsaziyê hene. Zehmetiya me ya herî mezin ew e ku li aliyê bakur ê perestgehê hinekî erd mêldar e. Emê wê derê daxin jêrê û ji nûva ava bikin ku heke erdhejek çêbû bila saxlem be. Dema ev xebat qediya xeyala me wê pêk bê û Perestgeha Zeus wê bigîhîje qîmeta ku heq dike. Ewê bibe yek ji wan perestgehên Anadoluyê yên girîng û tên ziyaretkirin."
Kizil got ev der him ji hêla arkeolojiyê û zanistê û him jî ji hêla turîzmê va cihekî girîng e.
AA