Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku razandina perê Piştgiriya Ucreta Neqdî wê sibê dest pê bike.
Di çarçoveya tevdîrên aboriyê yên seba têkoşîna şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî gelek sepan kirin rewacê û ji bo welatiyên ku tengasiya madî kişandin Piştgiriya Ucreta Neqdî didomîne.
Wezîr Selçukê daxuyanî da û diyar kir ku razandina pereyê Piştgiriya Ucreta Neqdî wê ji sibê pê va dest pê bike û wiha dewam kir:
"Em ê ji sibê pê va perê piştgiriya ucreta neqdî ya karkerên me yên ku bê ucret derketine îznê, razînin. Pere wê li ser hesabên bankeyê werin razandin. Heke di pergalê da kêmasiya IBANê hebe an jî şaşî hatibe dayîn, perê wan kesan wê bi rêya PTTyê were dayîn." AA