Di salên 80yan de ji bo xatirê Nivîskarê Sirûda Neteweyî Mehmet Akîf Ersoy, banknotê 100 lîre hatiye çapkirin. Li ser vî pereyî wêneya Ersoy û herdu bendên Sirûda Neteweyî hatine çapkirin. Ev pere li gelek muzeyan heye.
Li Gaziantepê xwediyê muzeya pereyan Esat Kaplan gelek pereyên berê kiriye koleksiyon.
Di nav pereyên kaxiz û hesin de pereyên gelek heyaman hene.
Yek ji van pereyan taybet e lewra ji bo xatirê Sirûda Neteweyî hatiye çapkirin.
Banknotê 100 lîre piştî derbeya 12ê Îlonê ji bo xatirê Mehmet Akif Ersoy hatiye çapkirin. Li ser wê, wêneya Ersoy û herdu bendên Sirûda Neteweyî hene.
Esat Kaplan got, "Ji bo xatirê qebûlbûna Sirûda Neteweyî pereyekî taybet hatiye çapkirin. Ez ê ji wan pereyên ku di salên 80yan de hatine çapkirin yekî diyarî şaredar yekî jî diyarî walî bikim."
Di koleksiyona Kaplan de nêzî 3 ton pereyên berê hene.