Bi pergala cotkariyê ya li ser înternetê, cotkar êdî dikarin bi hêsanî serî li piştgiriyên wezaretê bidin. Cotkar wê bi vê sîstemê miraceatî piştgiriyên ji bo çandinî û heywandariyê bikin. Ev sîstem di dinê de pergala herî mezin a cotkariyê ye.
Pergala e-çîftçiyê vebû.
Bi saya vê pergalê cotkar dikarin bihêsanî serî li piştgiriyan bidin.
Cotkar dikarin di vê pergalê de agahiyên derbarê zayîn, mirarbûn, nexweşî û firotina heywanên xwe de qeyd bikin.
Agahiyên ku wê bên zêdekirin, wê di heman demê de bigihîn wezaretê.
Heke Wezaret bixwaze, wê agahî û hişyarîyê ji cotkaran re bişîne.
Bi saya vê pergalê cotkar wê bikaribin kontrola beytaran a heywanan jî bibînin.
Bi xêra vê cotkar dê zahf eware nebin û bi wezaretê re di têkiliyê de bin.
Di pergalê de qeyda 2 milyon û 132 kargeh, 33 milyon zevî û 64 milyon û 700 hezar heywanan heye.
Bi vê kapasîteyê li seranserê dinê pergal herî mezin a cotkariyê ye ev.
Cotkar dikarin bi malpera wezaretê û e-dewletê têkevin pergalê.
Her wiha cotkar dikarin li telefonên androîd jî pergala e-çîftçiyê bar bikin.