Li gorî Sistema nû ya Leşkeriyê, wexta leşkeriyê dadikeve 6 mehan. Gelo piştî ku qanûna nû derket leşkerên ku 6 mehên xwe tijî kirine wê terhîs bibin an na. Wezîrê parastina neteweyî hulusi akar, di fitarê de bi rojnamegeran re hat bal hev û derbarê mijarê de got: “dibe ku terhîs bibin.” Akar derbarê destpêka nû de jî got: “serok û meclisa me wê biryara vê yekê bidin.”
Wezîrê Parastina Neteweyî hulusi Akar diyar kir ku; sîstema nû ya leşkeriyê, meseleyeke gelek girîng û mezin e.
Akar got: “Înşelah em ê bê qeza û bela temam bikin.”
Di sîstema halê hazir de, her sal bi qasî 700 hezar ciwanên me li ber çûyina eskeriyê ne.
Akar ji bo vê yekê jî got: “Em salê encax dikarin 400 û 420 hezar kesî bigirin eskeriyê.
Akar diyar kir ku; di pergala nû de rewşa 280 hezar kesên ku li derve dimînin jî tê çareserkirin.
Akar ragihand; di sîstema nû de salê herî zêde 145 hezar ciwan dikarin serî li leşkeriya biberdêl bidin.
Dema hejmara wan 145 hezarî derbas bike jî, wê pişk bê avêtin û 30 hezar lîre berdêla leşkeriyê jî pêşîn bê girtin.
Piştî ku qanûna derbarê sîstema nû de derket rewşa eskerên niha hat pirsîn. Gelo wê terhîs bibin an na?
Akar got: “Mimkûn e.”.
Akar ji bo pêvajoya sîstema nû jî got: “Serok û Meclis wê qerarê bidin, hêviya min ew e ku beriya Cejna Remezanê qanûn derkeve.”