Personelê Heyva Sor a Tirkî yê li bakurê Sûriyeyê peywirdar, şehîd bû

Personelê Heyva Sor a Tirkî yê li bakurê Sûriyeyê peywirdar, şehîd bû

Li dijî wesayîta ekîba Heyva Sor a Tirkî ku li bakurê Sûriyeyê peywirdar e êrîşa çekdar hat kirin, di êrîşê da personelek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Tirkî, li dijî wesayîta Heyva Sor a Tirkî ya ku nîşaneya Heyva Sor bi awayekî eşkere li ser e, di navbera Çobanbey-El-Babê da bi destê du kesên rû bi maske û bi kamûflaj ên di hudirê du wesayîtên bêplaqe da ji çep û rastê gule hatin agirkirin.

Di encama êrîşê da personelekî Heyva Sor a Tirkî a xebatkarê mixazeya Sevgiyê ya Heyva Sor a El-Babê şehîd bû, yek jî birîndar bû. Kesek jî bêyî ku tiştek pê were ji êrîşê filitî.

Hat ragihandin, personelê birîndar ê ku xetere li ser jiyana wî tune, piştî tedawiya ewil a li Çobanbeyê dê bo Tirkiyeyê were sewqkirin.

Li ser xebera êrîşê, Serokê Heyva Sor a Tirkî Kerem Kinik çû herêmê û li vê derê wiha xeberda, "Ez vê êrîşa nemerd a dijî personelê Heyva Sor bi tundî şermezar dikim ku divê bi hiqûqa navneteweyî bihata parastin, lewma amblema Heyva Sor li ser e û li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî, parêzbendiya wê heye. Ez wisa bawer dikim ku bi hewildanên welatê me jî êrîşkar dê bên girtin. Serê civata Heyva Sor a Tirkî sax be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE