Perwerdehiya çiyageriyê

Çiyageran ji berfê îglo ango xaniyên ji berfê çêkirin

Perwerdehiya çiyageriyê

Çiyagerên federasyona çiyageriyê ya Tirkiyeyê, di çarçoveya perwerdehiya zivistanê de çûn muşê. Çiyageran li wê derê xaniyên ji berfê ango îglo çêkirin.

Wek qaliban berf birin… danîn ser hev…û îglo çêkirin.

Perwerdehiya zivistanê ya Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê îsal li Muşê tê dayîn.

Zêdetirî 100 kes beşdarî perwerdehiyê dibin û li hewşa zanîngeha Alparslanê îglo ango xaniyên ji berfê çêdikin.

Çiyager wê 2 rojan di nav îgloyan de bimînin.

Perwerdehî dê heta hefteyekê dewam bike û di dawiya perwerdehiyê de jî dê sertîfîka bên dayîn çiyageran.

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE