Perwerdehiya dîksiyon û spîkeriyê

Nûnertiya Hewlêrê ya TRTyê piştî perwerdeyê sertifîka belav kirin 

Perwerdehiya dîksiyon û spîkeriyê

ji aliyê nûnertiya Hewlêrê ya TRT’yê ve, ji bo xebatkarên teba’yê kursa dîksiyon, spîkerî û gelek beşên cuda hat dayîn. piştî kursa bi mehekê, sertîfîka hatin belavkirin. 

Ajansa Çapemeniyê ya Turkmeneliyê TEBAyê li Hewlêrê xebatên xwe bi rê dibe. Nûnertiya Hewlêrê ya TRTyê ji bo pêşxistina xebatkaran di gelek beşan de perwerdehî da kursiyeran. 

Di kursê de perwerdeya dîksiyon, spîkerî, fonetîk, artîkulasyon, zimanê bedenî û pêşxistina şexsî tê dayîn. 

Bi tevahî 10 personel tev li kursê bûn. Di nav mehekê de her roj 2 saet û nîvan hatin perwerdekirin. 

Pêşkêşvan û nûnerê TRT Kurdiyê yê Hewlêrê Yilmaz Aslan ev kurs da. Aslan behsa kursê kir. 

Piştî perwerdeyê li kursiyeran sertîfîka hatin belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE