Li navçeya Kurtalana Siirtê di çarçoveya projeyekê de jin hînî çandina kulîlkan dibin.
Ji bo ku li sera û deverên vekirî kûlîlk werin çandin dersa çandinê tê dayîn.
45 jin bi pêşengiya rêveberiya daristan û çandiniyê ya bajêr hînî çandina kulîlkan dibin.
Mamoste awayên çandin û gihandinê nîşanî jinan didin da ku li herêmê bibin riya debarê.
Xwendekar bi taybetî hûrgiliyên çandina kulîlkan hîn dibin.