Perwerdeya çêkirina beniyan

Jinên Tirkiye û Sûriyeyî bi hev re sinciqên gûzan çêdikin

Perwerdeya çêkirina beniyan

Li Midyada Mêrdînê li navenda perwerdeya gel jinên Tirkiye û yên Sûriyeyî bi hev re xarûz(benî) çêdikin. Jinên navçeyê dibêjin ku benî di demsala sivistanê de gelek tê xwarin û ji bo tenduristiyê jî gelek baş e.

Pêşî kakilên gûzan dikin xarûz, paşê li hewdela şîreyê didin û dikin benî.

Ev dîmen ji Midyada navçeya Mêrdînê ne.

Her sal li navçeyê di vî wextî de benî tê çêkirin.

Lê belê îsal bi hewkariya Navenda Perwerdeya Gel û Heyfa Sor a Tirkiyeyê bernameyeke çêkirina beniyan hat lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de jinên Tirkiye û yên Sûriyeyî derbarê çêkirina xarûzan de hatin agahdarkirin.

Jinên navçeyê êdî him hînî çêkirina beniyan didin him jî debara xwe pê dikin.

Jinên beşdarî bernameyê bûn dibêjin ku benî di demsala zivistanê de gelek tê xwarin û ji bo tenduristiyê jî gelek baş e.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE