Perwerdeya ji bo astengdaran

Astengdar di çarçoveya projeya İŞ-KUR’ê de ferî aşpêjiyê dibin...

Perwerdeya ji bo astengdaran

Li Mûşê bi piştgiriya fînansî ya îş-kur’ê komeleya astengdaran ji bo astengdaran dest bi projeyeke nû kir. bi “projeya berdestê aşpêjan” astengdar hînî aşpêjiyê dibin. niha 10 astengdar di kûrsê de perwerde dibin û kûrs bi temamî wê 178 saet dewam bike.

Li Mûşê ji bo welatiyên astengdarên ji hiş, kursa aşpêjiyê hat vekirin.

Kurs bi piştgiriya fînansî ya ÎŞ-KÛR’ê, ji aliyê komeleya astengdaran a Mûşê ve hat vekirin.

Di ‘Projeya Berdestê Aşpêjan’ de 10 welatiyên astengdar ferî çêkirina xurek dibin.

Kurs wê nêzikî 3 mehan dewam bike û bi temamî dema perwerdeyê 178 saet e.

Piştî ku ev kurs bi dawî be rayedar destnîşan dikin ku wê kursên bi vî awayî bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE