Komeleya Endam û Mezûnên lîseyên îmam xetîbê yên ÖNDER’ê li Qereqoçana Xarpêtê perwerdeya rêvebirî û siyasetê dide xwendekaran. Armanc ew e ku xwendekar ji niha ve siyasetê hîn bibin.
Him projeyên xwe amade kirin him jî hinî propagandayê bûn.
Û bi dor axaftinên siyasî û civakî kirin.
Li Qereqoçana Xarpêtê Komeleya Endam û Mezûnên Lîseyên Îmam Xetîbê yên ÖNDER’ê, perwerdeya kariyera siyasî da xwendekarên xwe.
Di çarçoveya perwerdeyê de xwendekar plankirina kariyerê, polîtîkaya navxweyî û derwelêt, partiyên siyasî, îmaj û uslûbê hîn bûn.
Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên Civaka Sivîl a Wezerata Karên Navxweyî jî piştgirî dide projeye.
Xwendekar wê di çarçoveya projeyê de wê li Enqereyê biçin serdana partiyên siyasî.