Li Muşê İŞKUR him piştgiriyê dide fîrmayên tekstîlê, him jî perwerdeyiyê dide xebatkarên wan. Herî dawî İŞKUR’ê, 3 hezar xebatkar perwerde kirin.
Li Muşê bi piştgiriya İŞKUR’ê her ku diçe fîrmayên tekstîlê zêde dibin.
Niha li bajêr 25 fîrma hene û di wan de 3 hezar kes dixebitin.
İŞKUR him piştgiriyê dide karkerên tekstîlê, him jî perwerdeyiyê dide xebatkarên fîrmayan.
Herî dawî 3 hezar xebatkarên tekstîlê ji bo kar û ewlehiya xebatê hatin perwerdekirin.
Gelek welatî bi xêra van tekstîlan debara malbata xwe dikin.
Beriya 5 salan li Mûşê tenê 5 fîrmayên tekstîlê hebûn.