Fitrî îka purwasîh, mamosteya matematîkê ye. Beriya 3 salan bi kesekî ji tirkiyeyê re zewicî û ji Endonezyayê hat Tirkiyeyê. Ew niha li Erdîşa Wanê bi dilxwazî dersên matematîk û îngiliziyê dide zarokên cîranan.
3 sal berê bi Enes Kiranê Bûrsayî re zewicî û li Erdîşê bi cih bûn.
Mamoste niha hînî tirkî jî bûye.
Purwasîh bi dilxwazî dersan dide zarokên cîran.
Her roj zarok tên mala wê û jê dersên matematîk û îngilizîyê hîn dibin.
Niha zarokekî wan heye û ligel zilamê xwe bi bextewariyê dijîn.
Mamoste Purwasîh dibêje ew bi perwerdekirina zarokan gelek kêfxweş e.