Li Midyada Mêrdînê ji bo cotkaran perwerdeya kesaxtina daran hat dayîn. Endazyara zîraatê rê û teknîkên kesaxê, nîşanî cotkaran da.
Ji bo mehsûleke baş, kesaxtina daran jî gelek mûhîm e.
Ger mirov dapîtina daran şaş bike him dar zirar dibînin him jî ber û bereketa wan dadikeve.
Lê gelo divê kesaxtin çawa bê kirin?
Ji bo vê yekê li Mîdyada Mêrdînê ji bo cotkaran kursek hat vekirin.
Endazyara Zîraatê Sultan Karabıyıkê rê û rêbazên kesaxtiê yeko yeko nîşanî cotkaran da.
Bi saya kursê wê him cotkar hînî teknîkên kesaxtinê bibin him jî hilbêrîn zêde dibe.