Serokatiya Kar û Barên Diyanetê li Diyarbekirê îdarekar û ulemayên olî perwerde dike. Namzedên waîzî û miftîtiyê ji xeynî bingeha îslamî û şer’î, li ser fiqha şafîtiyê jî dersan werdigirin.
Li Tirkiyeyê 9 navendên îxtîsasa bilind a olî xizmetê didin aliman.
Serokatiya kar û barên Diyanetê li Diyarbekirê li ser 50 donimî kampûsa navenda perwerdeya bilind a olî vekir.
Alimên ku ji fakûlteyên îlahîyatê mezûn dibin ji bo ku bibin waiz û miftî bi encama îmtîhanê vê carê îxtîsasa bilind a olî dixwînin.
Namzedên birêvebirina Diyanetê û ulemayên îslamê 33 mehan bi giraniya zimanê erebî perwerde dibin û di warên cuda de dibin pispor.
195 alimên xwendekar li ser 4 mezhebên sereke yên îslamê tên perwerdekirin û bi taybetî fiqiha şafîtiyê hîn dibin.
Xwendekar li navenda perwedeya bilind a olî dersên kelam, felsefe û mantiqê jî hîn dibin.