Hat ragihandin bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî li Rûsyayê perwerdeya S-400an dest pê kir.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Ji bo Projeya Pergala Parastina Esmanî û Moşekan ya Herêmê ya Menzîldirêj li Gatchînaya bajarê Rûsyayê bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî perwerdeya S-400an dest pê kir."