Li Sêrtê ji bo jinan kursa çandinî û muteşebisiyê hat vekirin. 75 jin bi piştgiriya midûriyeta daristan û çandiniyê ya bajêr, him rê û rêbazên çandiniyê hîn dibin, him jî ji bo muteşebisiyê tên perwerdekirin.
Li Sêrtê ji bo jinan projeyeke girîng tê meşandin.
Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya bajêr 75 jinan di warê çandinî, heywandarî û muteşebisiyê de perwerde dike.
Jinên ku ji navenda bajêr, Perwarî û Misircê beşdarî kursê dibin wê 5 rojan li qadê dersan bibinin.
Piştî kursê, ji bo karibin karê xwe bikin jî wê sertîfîka bistînin.
Bi wê sertîfîkayê wê karibin bi xwe kargehan vekin û di warê çandinî û heywandariyê de bixebitin.