Perwerdeya zimanê işaretan

Personelên tenduristiyê bi zimanên nîşaneyan behsa rewşa lezgîn kirin

Perwerdeya zimanê işaretan

Li Wanê bi pêşengiya navendeke rehabîlîtasyonê di çarçoveya roja astengdaran de, ji bo kesên nabihîsin bernameyek li dar xist. Di çalakiyê de personelên tenduristiyê bi zimanên işaretan behsa rewşa lezgîn kirin.

3yê Kanûnê roja astengdaran a cîhanê tê qebûlkirin. Ji bo vê rojê jî li tevahiya welêt gelek çalakî tên amadekirin.

Li Wanê navendeke rehabîlîtasyonê di çarçoveya roja astengdaran de ji bo kesên nabihîsin bernameyek organîze kir.

Di çalakiyê de personelên beşa lezgîn û yên UMKE’yê bi zimanên nîşaneyan behsa rewşa lezgîn kirin.

Di programê de astengdaran him bi zimanê nîşaneyan klamê kurmancî gotin him jî helbest xwendin.

Edanûr Handîlê dema helbesta ku bi xwe nivîsandibû xwend giriya û yên li vê derê jî hestiyar bûn.

Armanca vê bernameyê ew e ku bale bikşînin ser kesên ker û lal da ku di rewşên lezgîn de xwe bigihînin nexweşxaneyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE