Li Midyadê 30 jinên ku li navenda perwerdeya gel perwerdeya destkariyê digirtin bi awayekî serkeftî mezûn bûn. jinên jêhatî belgeya hostetiyê standin.
30 jinên Midyadî piştî perwerdeya hûnerên destkariyê ya 6 mehan ji xwe re pêşangeh vekirin.
Jinên jêhatî di roja pêşangehê de jî bi beşdariya rayedarên navçeyê û merasîma mezûniyetê sertifîkaya xwe ya hostetiyê standin.
Jinên ku li navenda perwerdeya gel bûn xwediyê hunerekê kêfxweşbûn.
Jinan di pêşangeha xwe de berhemên xwe yên destkariyê jî nîşan dan.