PEyê Guaîdo wekî "serokê berwext" yê Venezuelayê nas kir

Di rûniştina bi sernavê "Rewşa li Venezuelayê" ya PEyê ya li Brukselê de endam li ser geşedanên li welêt axivîn û îro ji bo pêşnûmaya biryarê dengdayîn hat kirin.

PEyê Guaîdo wekî "serokê berwext" yê Venezuelayê nas kir

Parlementoya Ewropayê (PE) biryar da ku Juan Guaîdoyê serokê mixalif yê ku li Venezuelayê xwe wekî "serokdewletê berwext" îlan kir nas bike.

Di rûniştina bi sernavê "Rewşa li Venezuelayê" ya PEyê ya li Brukselê de endam li ser geşedanên li welêt axivîn û îro ji bo pêşnûmaya biryarê dengdayîn hat kirin.

Di encama dengdayînê de pêşnûmaya ku "Guaîdo di çarçoveya madeya 233yemîn a Destûra Bingehîn a Venezuelayê de wekî serokdewletê berwext nas dike" hember 104 dengan bi 439 dengan hat qebûlkirin.

Di pêşnûmayê de bangî birêvebiriya heyî kirin ku "demildest dawiyê li îxlalên mafên mirovan bîne."

Bûyerên ku li Venezuelayê qewimîn

Li Venezuelayê mitîngên ku alîgirên mixalefet û îqtidarê 23yê kanûna paşîn roja çarşemê kirin bibûn sedemê geşedanên ku ji bo welêt û herêmê gelekî girîng in.

Juan Guaîdoyê Serokê Meclisa Neteweyî ya ku piraniya wê di destê mixalefetê de ye di mitînga mixalifan de xwe wekî "serokdewletê berwext" îlan kiribû û di serî de Amerîka, welatên wekî Awistralya, Kanada, Kolombiya, Perû, Ekvador, Paraguay, Brezîlya, Şîlî, Panama, Arjantîn, Kosta Rîka û Guetemala ew nas kiribûn.

Meksîka, Tirkiye, Rûsya, Kuba, Çîn û Bolîvyayê jî piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Nîcolas Maduroyê Serokdewletê Venezuelayê dubare kiribûn, Maduro jî li ser geşedanan îlan kiribû ku bi Amerîkayê re têkiliyên dîplomatîk û polîtîk birîne lê belê têkiliya bazirganî dewam dike.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE