Peyama Eyda Remezanê ya Serok Erdogan

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Eyda Remezanê peyamek weşand. Erdogan eyda welatiyan pîroz kir.

Peyama Eyda Remezanê ya Serok Erdogan

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Eyda Remezanê ya welatiyan pîroz kir û wiha got: "Her çend Tirkiye rastî êrîşên terorê were, hatibe dorpêçkirin û defik li ber hatibin danîn jî, bi demokrasî û aboriya xwe va li ser lingê xwe ye û ji bo gelê xwe û hemû dost û mirovahiyê hêvî ye."

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo Eyda Remezanê peyamek weşand. Erdogan eyda welatiyan pîroz kir.

Erdogan ji Xwedê ra şikir kir ku em gihîştin eydeke din a ku kesên ji hev xeyîdî ne li hev tên, kesên ji hev dûr tên bal hev û wiha dewam kir: "Lê em dizanin ku li çarheqalê dinyayê di rojên vê eyda bimbarek da jî birayên me hene ku di bin zilmê da ne û herwiha di nava xizanî û hejariyê da dijîn. Ev yek dilê me diêşîne û me xemgîn dike. Digel hemû welatiyên me, em dixwazin eyda hemû misilman û mirovahiyê jî li gor meneya eydê ya rastîn derbas bibe"

Erdogan destnîşan kir ku her çend Tirkiye rastî êrîşên terorê were, hatibe dorpêçkirin û defik li ber hatibin danîn jî, bi demokrasî û aboriya xwe va li ser lingê xwe ye û ji bo gelê xwe û hemû dost û mirovahiyê hêvî ye û wiha dewam kir:

"Dinya ketiye pêvajoyeke mezin a veguhertinê ku dê teşeyê bide qirnê li pêşiya me. Şansê herî mezin ê welatê me ew e ku ne wekî bêhêziya salên 1990î, lêbelê bi awayekî bihêz pêşwaziyê li vê serdema krîtîk dike. Di 17 salên derbasbûyî da bi veberhênan, proje û xizmetên ku me kirin va Tirkiye îro roj li ciyekî wisa ye ku dikare keysa xwe lê bîne û vê pêvajoyê bike firsend. Armanca senaryoyên karesatê ku li ser welatê me li ser zar û ziman digere, xirabkirina moralê û qelskirina gelê me ye. 

Ji pîşesazan bigre heta cotkaran, ji esnafan bigre heta îxracatkaran, ji bazirganan bigre heta zinaetkaran ez bangî hemû teşebiskarên me dikim; werin em Tirkiyeyê bi hev ra mezin bikin. Werin em hemû sermayeya xwe ya beşerî û îqtisadî, hebanên xwe, derfetên xwe ji bo paşeroja Tirkiyeyê demildest têxin dewrê. Roj ew roj e ku hûn seba welatê xwe û miletê xwe têkevin nav liv û tevgerê. Wek dewlet û hikûmet em ê bi hemû derfetên xwe va li cem we bin, bira bira şik û gumana we çênebe."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE