Peyama Serok Erdogan a '10ê Sermawezê'

"Divê em Xaziyê ku serokekî wisa ye ku ji hêla gelême yê ezîz û hemû dinyayê va tê teqdîrkirin fehm bikin, di nav yekîtî û bihevrabûnê da şevçiraya ku di rêya îstiqbalê da hatiye pêxistin emanetî nifşên bê bikin."

Peyama Serok Erdogan a '10ê Sermawezê'

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em divê em Xaziyê ku serokekî wisa ye ku ji hêla gelême yê ezîz û hemû dinyayê va tê teqdîrkirin fehm bikin, wek kesekî aşiqê îradeya neteweyî ji ciwan û zarokên xwe ra qise bikin, bêyî ku dijwariyên hatin kişandin û têkoşîna hat dayîn ji bîr bikin di nav yekîtî û bihevrabûnê da şevçiraya ku di rêya îstiqbalê da hatiye pêxistin emanetî nifşên bê bikin."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomar Erdogan ji ber 10ê sermawezê 81emîn salvegera wefata Xazî Mustafa Kemal Ataturk peyamek weşand.

Erdogan di peyama xwe da ragihand ku di 81emîn salvegera wefata Xazî Mustafa Kemal Ataturkê damezrînerê Komarê bi rêzdarî bi bîr tîne û Ataturkê ku bi hemû kesên gelê ezîz ra têkoşîneke bi hev ra da û Şerê Rizgariyê da bi ser ket bi hêza ku ji gel wergirt mohra xwe li serkeftinên mezin xist û di dîroka dinyayê da ciheke girambar girt.

Erdogan got ku "Em divê em Xaziyê ku serokekî wisa ye ku ji hêla gelême yê ezîz û hemû dinyayê va tê teqdîrkirin fehm bikin, wek kesekî aşiqê îradeya neteweyî ji ciwan û zarokên xwe ra qise bikin, bêyî ku dijwariyên hatin kişandin û têkoşîna hat dayîn ji bîr bikin di nav yekîtî û bihevrabûnê da şevçiraya ku di rêya îstiqbalê da hatiye pêxistin emanetî nifşên bê bikin." 

Serokomar Erdogan di peyama xwe da ev gotin: 

"Gelê me biryardar e ku heta hetayê vî ala  welata ku bi xwîna şehîdên me û fedakariyên xaziyên me hatiye parastin biparêze. Komara Tirkiyeyê bi hêza ku ji rabirdûya xwe hildigire digel hemû teşebûsên berîlêgirtinê bi pêngavên saxlem pêşketina xwe didomîne.

Dema ku em bi hêviyeke ji her wextê mezintir û biryardartir ber bi pêşerojê va diçin em jî îro li Komara me ya ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk digotê 'berhema min a herî mezin' xwedî derdikevin, bêwestan pêngavên ku dê welatê me bêtir pêşva bibin diavêjin. Em bi van fikran di 81emîn salvegera wefata Xazî Mustafa Kemal Ataturkê damezrînerê Komara me û hevalaên wî yên ji artêşê û şehîd û xaziyên xwe û hemû qehremananên ku ji bo welatê me fedakarî can dane car din bi rehmet bi bîr tînim."

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE