Peyama Serok Erdogan a ji bo Eyda Qurbanê

Erdogan bi boneya Eyda Qurbanê vîdeoyek belav kir û tê de Eyda gelê Tirk û alema Îslamê pîroz kir.

Peyama Serok Erdogan a ji bo Eyda Qurbanê

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Ez ji gelê xwe daxwaz dikim ku bi awayekî hêzdartir piştevaniya bernameyên me bikin û hinekî jî sebrê bikişînin. Dema Tirkiye gihişt armancên xwe yên 2023yan, dê wê yekê ji ciwanan re bihêle ku bi biryardarî ber bi vîzyona 2053yan ve bimeşin."

Erdogan bi boneya Eyda Qurbanê vîdeoyek belav kir û tê de Eyda gelê Tirk û alema Îslamê pîroz kir.

Erdogan got, "Ez hêvî dikim qurban û heca welatiyên me yên ku bi mebesta bicihanîna ferîzeya îbadeta hecê li axa pîroz in, qebûl be."

Serokomar Erdogan hinek ji helbesta 'Eyd bila bibin Eyd" a Abdurahim Karakoç xwend.

Serokomar Erdogan herwiha pîrozbahiya eydê li wan kesan kir ku bi alîkariyên xwe devûrûyên kesukarên nêzîk, hemî mezlûm û mexdûran dikenînin.

Serokomar Erdogan bal kişand ser bername û tedbîrên ku wan xistine rewacê û got, "Ez ji gelê xwe daxwaz dikim ku bi awayekî hêzdartir piştevaniya bernameyên me bikin û hinekî jî sebrê bikişînin. Dema Tirkiye gihişt armancên xwe yên 2023yan, dê wê yekê ji ciwanan re bihêle ku bi biryardarî ber bi vîzyona 2053yan ve bimeşin."

Erdogan herwiha got, "Em weke gel û welat çendîn carn bûn şahidê wê yekê ku bi leyistok û xapînokan her dem dixwestin, pêşiya xizmetan û pêşketinan bigirin. Vê qanî him saya dersên ku me ji dîrokê sitendin û him jî bi saya avantajên di destê me de, emê rê nedin sekinandina avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar. Rebbê min yar û yawer be ji me re."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE