Li hemû aliyê welat 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî bi merasiman tê pîrozkirin.Ji bo vê roja taybet Serok Erdoğan peymek weşand.
Erdoğan di peyama xwe de nexweşiya vîrûsa koronayê bibîr anî û got: Her çiqas wek her sal me zarokên dinyayê neanîbin cem hev jî vê roja bi wate bi heman kelecan û kefxweşîyê li malên xwe bi zarokên xwe re pîroz dikin.
Erdoğan bal kişand ser girîngiya hebûna meclîsa gel û got:Ev meclîs ji heyama Tekoşîna Neteweyî ya avabûna komara me heta îro di dîroka me de hebûna herî girîng e û sembola serxwebûna me ye.
Serok Erdoğan got: Ji roja avabûnê ve meclîsa me pir bela ji ser xwe avêtin û bû meclîsa gazî herî dawî di 15ê tirmehê de ji aliyê FETOyê ve dîse hat bombekirin û dîse bû meclîsa gazî. Lê li hember hemû belayan wek sembola serxwebûna me şipê maye û wê hebûn axwe heta heta bidomîne.
Erdoğan got: ji bo ku ji nifşên nû re welatekî baştir bihêlin wek Meclîsa Mezin ya Gelê Türkiyeyê çi ji destên me tê em dikin.