Peyamên sersaxiyê

Piştî wefata Mehmet Şevket Eygi li pey hev peyamên sersaxiyê hatin weşandin.

Peyamên sersaxiyê

Rojnamevan û Nivîskar Mehmet Şevket Eygi wefat kir, nas û dostên wî xemgîn bûn. siyasetmedar û rayedaran peyamên sersaxiyê weşandin.

Piştî wefata Mehmet Şevket Eygi li pey hev peyamên sersaxiyê hatin weşandin.

Alîkarê Serok Fuat Oktay diyar kir ku bi vê xeberê gelekî xemgîn bûye û wiha pê de çû: “Xwedê rehma xwe lê ke, serê nas û dostên wî sax be.”

Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin jî di peyama xwe de wisa got: “Mehmet Şevket Eygi însanekî ezîz bû. Ji nav me koç kir. Serê me hemûyan sax be. Xwedê rehma xwe lê ke.”

Serokê Meclisê Mustafa Şentop di peyma xwe de pesna Eygi da û diyar kir ku ew merivekî zana û rewşenbîr bû. Wî bi berhemên xwe xizmeta civakê û ronakbîriyê kir.

Wezîrê Xazîne û Darayiyê Berat Albayrak jî li ser medyaya civakî peyama sersaxiyê belav kir.

Got; “Birêz Mehmed Şevket Eygi ji nav me bar kir. Merivekî zana bû. Xwedê rehma xwe lê ke, cihê wî bihûşt be. Serê malbat û hezkirên wî sax be, Xwedê sebrê bide wan.”

Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş bi van gotinan behsa Eygî kir; “Camêrekî birûmet bû, serê xwe li ber kesî netewand û nivîskarekî bêtirs bû. Ew ji bo me, di nimêja sibê de, wekî bayekî hênik ê nav camiyên mezin bû.”

Mehmet Şevket Eygi demekê di Diyanetê de wezîfe kiribû.

Serok Diyanetê Elî Erbaş di peyama xwe de behsa vê yekê kir.

Ji bo Eygî got: Rewşenbîrekî mezin bû. Xwedê sebrê bide malbat û hezkirên wî.”

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE